Hêzên Çekdar ên Îranê rapora destpêkê ya ketina helîkopterê eskere kir
PeyamaKurd – Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê rapora destpêkê ya komîteya lêkolînê derbarê ketina helîkoptera Serokomar Îbrahîm Raîsî belav kir.
Di raporê de hat ragihandin ku helîkoptera ku Reîsî û kesên pê re tê de bûn, piştî ketina wê agir pê ket û ji ber dijwariya erdnîgariya herêmê û mijeke gurr, xebatên lêgerînê demeke dirêj dirêj kirin. Hat diyarkirin ku 20ê Gulanê serê sibê saet di 05.00an de ji aliyê balafirên bêmirov ve cihê teqez a helîkopterê hatiye diyarkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di helîkopterê de şopa fîşekan û tiştên mîna wan tune ye û hat diyarkirin ku piraniya agahiyên ku dibe ku bi qezayê re têkildar bin hatine berhevkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku helîkopterê 1 deqe û 30 saniyeyan firrîna xwe berdewam kiriye û ji rayeya wê tu xiş nebûye. Hat diyarkirin ku pîlotê helîkoptera ku qeza kiriye bi pîlotên 2 helîkopterên din re têkilî daniye û ji birca çavdêriyê jî tu bangên bi guman nehatine qeydkirin.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî roja Yekşemê 19ê Gulanê dema helîkoptera ku tê de bû ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku di ketina helîkopterê de 9 kes di nav de Serokomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û Waliyê Tebrîzê Malik Rahmetî û Nûnerê Tebrîzê yê Rêberê Îranê Mihemed Elî El Haşim jî di nav de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin