Supaya Pasdaran vê carê gefa êrîsa bejahî li Herêma Kurdistanê xwar!

09 cotmeh 2022 12:24
Supaya Pasdaran vê carê gefa êrîsa bejahî li Herêma Kurdistanê xwar!

PeyamaKurd - Supaya Pasdarên Îranê ku 28ê Îlonê êrîşeke bi drone û moşekên balîstîk li ser binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîbû û bûbû sedema şehîdbûna 17 kesan, car din gefa êrîşkirina ser axa Herêma Kurdistanê xwar.

Supaya Pasdarên Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û gotiye: “Yekîneyên Zirxhî û hêzên taybet ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, eger hinek cîranên me nikaribin terorîstên cudaxwaz, ji navçeyên me yên sînorî dûr bikin, amade ne herêmê heta hetayê ji van şeytanan dûr bixin û rasterast destwerdanê bikin.”

Ev daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê piştî ku xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê yên piştî kuştina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin hate dayîn ku zêdetirî 3 hefte ne dewam dikin.

Di xwepêşandanan de, hêzên Îranê bi berdana guleyên rasterast ser xelkê heta niha bûne sedema kuştina hejmerak zêde xwepêşanderan ku agahiyên zelal jî ji raya giştî ya cîhanê re nayên belavkirin.