Pistî avakirina hevalbendiya 10 dewletan Hûsiyan gefa zêdekirina êrîsan xwar!
PeyamaKurd - Koma Ensarullah a Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike, piştî êrîşên çend rojan ên moşekî bi ser keştiyên di Derya Sor derbas dibin de, li ser hewlên Amerîka yên dijî Hûsiyan careke din gef xwar.
Berpirsê Hûsiyan ê bi navê Mihemed El Bexîtî li ser platforma Xê wiha got: "Heta ku Amerîka bi ser ket cîhanê tev kom bike, operasyonên me yên leşkerî ranewestîn."
El Bexîtî gefa zêdekirina êrîşan xwar û wiha pê de çû: "Operasyonên Yemenê li deryayê, ji bo piştgiriya gelê Filistînê li hember êrîşan û dorpêça li ser Xezzeyê ye."
Hêjayî bibîrxistinê ye Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ragihandibû ku li hember êrîşên Hûsiyan ên li dijî keştiyan li Deryaya Sor, hevalbendiyeke navneteweyî ku ji 10 dewletan pêk tê, hatiye avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin