Parêzgarê Kerkûkê dê pistî avakirina hikûmetê dîyar bibe

06 adar 2019 17:56
Parêzgarê Kerkûkê dê pistî avakirina hikûmetê dîyar bibe

PeyamaKurd - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  bi mebesta avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û mijara hilbijartina parêzgariya Kerkûkê bi Serok Mesûd Barzanî re hevîtinek pêkanî.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de ji şanda YNKê re got, “Dê parêzgarê Kerkûkê bi dilê we be.”  

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di civînê de ji şandê re got ku parêzgarê Kerkûkê dê bi dilê wan be. Herweha Barzanî da zanîn ku ji bo aramkirina rewşa bajêr dê ji Herêma Kurdistanê bo Bexdayê were şandin.

Di hilbijartinên giştî yê Herêma Kurdistanê de PDK 43.92yê dengan wergirtibû. YNKê jî 21.21ê dengan girtibû bûbû partiya duyem û 5ê Sibatê di warê rêkeftina hikûmeteke hevpar de bi PDKê re rêkkeftibû.