Supaya Pasdaran bersiveke tund da nameya Amerîkayê…

09 rêbendan 2020 18:41
Supaya Pasdaran bersiveke tund da nameya Amerîkayê…

PeyamaKurd – Supaya Pasevanên Şoreşa Îranê bersiveke tund da nameya Amerîkayê ya bo Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji bo destpêkirina danûstandinên ligel Îranê amadebûna xwe nîşan dabû.

Generalekî payebilind ê pasdarên Îranê Abdullah Arakçî li ser nameya ku piştî daxuyaniyên Trump ên doh bo nermkirina rageşiya herdu aliyan ji NY re hatiye şandin û amedebûna Amerîkayê bo danûstandinên Îranê ragihandiye daxuyanî da.

Arakçî got ku ew dê tola Silêmanî hilînin û diyar kir, “Amerîka piştî êrîşên Bexdayê wekî ku paşde gav davêje xwe nîşan dide.”

Arakçî di berdewamê de ragihand, “Dê Îran di demeke kin de, ji Amerîkayê tola xwe bi tundî bistîne.”