Rûsyayê bersiveke tund da Ukraynayê
03 rêbendan 2024 00:39
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê weke bersiva êrîşa roja dawî ya 2023yan bi ser bajarê Bolgorodê de, îro 2yê Çileyê êrîşên tund bi ser Ukraynayê de encam dan.
Li gorî zanyariyan, artêşa Rûsyayê li bajarê Kîev û Harkîv ên Ukraynayê xistin û tevî kuştina 3 kesan herî kêm 61 kes jî birîndar bûn.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî êrîşa ser bajarê Belgorod ê Rûsyayê ku zêdetirî 100 kes birîndar bûbûn, gotibû dê ew êrîşa Ukraynayê bê ceza nemîne.
Hate diyarkirin di êrîşên îro yên Rûsyayê de, li Kîevê li 7 deveran agir derketiye û bi sedan kes bo deverên ewle hatine veguhestin. Di êrîşa ser navenda bajarê Harkîvê de jî tevî mirina kesekî sivîl hejmara birîndaran derketiye 41 kesan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rûsyayê bersiveke tund da Tirkiyê: Em ti carî pasguh nakin!
21 îln 2021
Cîhan
Rûsyayê navenda biryara leskerî ya li Ukraynayê xist!
24 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin