Sullivan: Divê em Kurdan biparêzin!

22 berfanbar 2024 23:54
Sullivan: Divê em Kurdan biparêzin!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan diyar kir ku divê Washington piştgirî bide Kurdên Rojava.

Sullivan ji ajansa Gzero World re axivî û geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojava nirxandin.

"HSD li dijî DAIŞê hevalbendê herî nêzîk yê Amerîkayê ye"

Sullivan diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de hevalbendê herî nêz ê DYAyê ye û got:

"Divê em piştrast bin ku em di şerê li dijî DAIŞ'ê de li pişt hevalbendên xwe yên herî baş û nêzîk rawestin. Em mil bi mil bi wan re tevdigerin. Tevî ku HSD pêşengiya Kurdan dike, lê ji gelek şervanên Ereb jî pêk tê."

‘Divê em Kurdan biparêzin’

Sullivan bal kişand ku HSDê berpirsyariya birêvebirina girtîgeh û kampên mezin ku endamên DAIŞê û malbatên wan lê dihewîne girtiye ser xwe.

Berdevkê Sullivan got, "Li van kampan bi hezaran endamên DAIŞê û bi deh hezaran endamên malbat, hevjîn û zarokên xwe hene. Eger ev rewş neyê kontrolkirin, wê ji bo herêmê û herî dawî jî ji bo DYAyê bibe xeteriyeke mezin. Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi parastina Kurdan heye."

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêmana sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ji aliyê hevalbenda NATO-Tirkiyeyê ve weke "berfirekirina PKKê" tê dîtin.

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Rojava û Sûriyê hene.

Washington xebatên xwe yên dîplomatîk ji bo rawestandina pevçûnên di navbera HSD û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgirîya wan dike didomîne. Li aliyê din HSDê ji bo kêmkirina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hin pêşniyar pêşkêş kirin.