Hevpeymana Rojhilat: Divê mafê çarenivîsa kurdan were parastin
Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistan a Îranê diyar kir ku divê mafê çarenivîsê yê kurdan were parastin.
RûpelNews - Digel ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê bi agirbesteke du hefteyî bi dawî bûn, şer hê jî di rojeva cîhanî de germ.
Di daxuyaniyeke nivîskî de derbarê pêvajoyê de Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistan a Îranê destnîşan kir ku şer ji ber polîtîkayên tund ên rejîma Îranê derketibû û Tehranê tenê ji ber zextên navneteweyî agirbest qebûl kiribû.
Hevpeyman, ku dawîhatina şer wekî pêşketineke erênî dibîne, tekez kir ku divê Îran vê pêvajoyê ji bo jinûve komkirina hêzên xwe an jî ji bo şopandina armancên xwe yên atomî bikar neyne. Di daxuyaniyê de banga têkbirina tam a bernameyên atomî û mûşekî yên Îranê û dawîanîna li destwerdanên wê yên herêmî hat kirin.
Daxuyaniya Hevpeymaniyê bi taybetî daxwaz kir ku mafên mirovan, nemaze mafê çarenivîsê yê kurdan, bên garantîkirin.
Hevpeymaniyê, bi tekezkirina li ser wê yekê ku rejîma heyî nayê reformkirin, dubare kir ku dê têkoşîna siyasî ya kurdan tevî agirbestê jî bidome.
