Sûdanî ji bo bûyerên Kerkûk û Diyaleyê civîneke ewlehiyê li dar xist

21 berfanbar 2022 22:54
Sûdanî ji bo bûyerên Kerkûk û Diyaleyê civîneke ewlehiyê li dar xist

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, civîna ewlehiyê ya bo parêzgehên Kerkûk û Diyaleyê bi fermandarên bilind re li dar xist.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihand: “Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî bi amadebûna Serokerkanê Artêşa Iraqê û Fermandarê Hêzên Hevbeş û hejmarek ji rayedarên payebilind, serokatiya civînekê li ser bûyerên herdu parêzgehên Kerkûk û Diyalayê kir, ku di çend rojên borî de bi rêya çend êrîşên terorîstî hatibûn armanckirin.”

Hat diyarkirin ku di civînê de plana nû ya ewlehiyê ji bo dubarenebûna êrîşên terorîstî hatiye gotûbêj kirin û Serokwezîrê Iraqê tekezî li wê yekê kiriye ku bûyerên bi vî rengî bêyî tolhildanê derbas nabin.

Mihemed Şiya Sûdanî fermandarên artêşê raspart ku cardin planên xwe yên ewlehiyê li ber çavan derbas bikin, bi taybetî li wan deverên ku DAIŞ êrîşan dike.

Li gorî daxuyaniyê Sûdanî tekezî li encamdana hevahengiya îstixbaratî kiriye, da ku zanyariyên pêşwext li ser êrîşan werin bidestxistin.