Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Kerkûkê fermana operasyonan da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, ferman da hêzên asayîşê ku li Kerkûkê operasyon destpêbikin. Li gor ragihandina ofîsa çapemeniyê ya serokwezîrtiyê ku di ser hesabê medya civakî de belav bûye, daxwuyanî wehaye:
“Serfermandarê hêzên çekdar yê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, ferman da ku li Kerkûkê qedexeya derketina derve bicîhbînin, li deverên ku çalakî hatine kirin, bi armanca kontrola bi hûrayî, fermana operasyonên asayîşê da.
Sûdanî ragihandiye ku ew kesên hûzûra Kerkûkê xerab dikin desteser bikin û ji bilî hêzên asayîşê îznê nedin ku kes çekan hillgire û ji meqamên pêwendîdar re ferman daye.
Sûdanî her weha bang li terefên siyasî û pêşhatiyên civakî kiriye yên Kerkûkê kiriye ku ber li pevçûnan û gengeşiyan bigrin û wezîfa ku ji bo şer, ewlehî, îstîqrar û nîzamê dikeve ser milên wan, bicîh bînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin