Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê: Sûdanî wê serdana Kerkûkê bike
PeyamaKurd – Serkirdeyekî Çarçoveya Hevahengiyê diyar kir, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî wê di demeke nêzîk de serdana Kerkûkê bike.
Serkirdeyê di Çarçoveya Hevahengiyê de Cebar Awda eşkere kir, Sûdanî wê di demeke nêz de serdana Kerkûkê bike û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina pirsgirêkên li bajêr rabigihîne.
Awda da zanîn, Sûdanî ji bo rawestandina aloziyên di van rojên dawî de, bi fermandarên ewlehiyê û aliyên hikûmî yên Kerkûkê li ser xeta bû, ji ber wê jî tê çaverêkirin di demeke nêzîk de serdana wî bajarî bike û ligel aliyên siyasî bicive û çend biryarên girîng derbarê pirsa Kerkûkê de bide û nexşerêyeke niştimanî ji bo bidawîkirina qeyranê rabigihîne.
Herwiha piştî alîgirên Heşda Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.
Hêzên ewlehiyê jî bi guleyan destwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin