Stenbol | YSKê daxwaza betalkirinê ya AKPê red kir
PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Hilbijartinan (YSK) daxwazên betalkirina encamên hilbijartina şaredariya Stenbolê ku ji aliyê AKPê ve îro hat kirin, red kir.
Rêxistina AKPê ya navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê serî li Komisyona Hilbijartinê ya Bajêr da ku hilbijartinên navçeyê û yên Stenbolê bi giştî werin betalkirin.
Komisyona Bilind piştî bi demekê ev daxwaza AKPê red kir.
Serokê Koma CHPê li Parlamenê Engin Altay piştî vê serlêdana AKPê daxuyakirin, “Pêvajoya ku niha em tê de ne, pêvajoyeke bêhiqûqî ye. Me degnên ku li ser sindoqê hatine dayîn bernadin, em wî mafê xwe li ser masê jî nadin xwarin. Gelo mebesta AKPê çi ye? Nêrîn û texmînên me hene. Em niha naxwazin parve bikin. Lê li 11 navçeyan jimartin bidawî bûye. Turikên dengan di ewlehiyê de ne.”
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Ali İhsan Yavuz piştî belavbûn û dengvedana serêldana betalkirinê got ku wan ji bo betalkirina hemû encamên hilbijartina Stenbolê serî lê nedaye û tenê ji bo Buyukçekmeceyê serlêdan hatiye kirin.
Herwiha li gor medya Tirkiyê Serokê AKPê yê Buyukçekmeceyê yê jii karûbarên hilbijartinan berpirsiyar Parêzer Rohat Hasbayram, piştrast kir ku wan ji bo betalkirina hilbijartinên Stenbolê bi giştî serlêdan kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin