HDP ji bo têkçûna AKPê li Stenbolê seferberî ragihandiye

13 hezîran 2019 15:15
HDP ji bo têkçûna AKPê li Stenbolê seferberî ragihandiye

PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Pervin Buldan eşkere dike, ji bo AKP di hilbijartina Stenbolê de biser nekeve, wan seferberî ragihandiye.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan diyar kir, têçûna AKPê, serketina dadperwerî û aştiyê ye, herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku têkçûna AKPê serkeftina HDP û demokrasiyê ye.

Buldan teqez dike, divê Kurdên Stnebolê dengê xwe nedin AKPê. Ji bo Kurd dengê xwe nedin AKPê, wan xwe li Stenbolê seferber kirine. Ew ê li Stenbolê bi parlementer, endamên civata HDPê û hemû hevrêyên xwe re bixebitin, da ku AKP bi ser nekeve.

Buldan di derbarê pêvajoya aştiyê de jî axivî û da zanîn, muxatabê çareserkirina pirsa Kurdî û pêvajoya çareseriyê, Serokê PKKê Abdullah Ocalan e û tavilê hikûmet bi wî re danûstandinan bike. Ew jî wekî HDP dikarin bibin alîkar û navbeynkar.