HDP: Li Stenbolê bi destê YSK û AKPê vîna gel hate dizîn

15 gulan 2019 15:20
HDP: Li Stenbolê bi destê YSK û AKPê vîna gel hate dizîn

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervin Buldan di komcivîna partiya xwe de dîyar kir ku li Stenbolê ‘kotedaya sindoqan’ pêk hatiye.

Buldan da zanîn ku Lijneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ‘’mîna komîsyona karên hilbijartinê yên Partiya Dad û Geşedanê (AKP) dixebite. ’Qerfên xwe bi mejiyê gel dikin. Li Stenbolê ne deng, bi destê AKP û YSKê vîna gel hat dizîn’’

Buldan di berdewamiya axaftina xwe de zanîn ku AKPê bi heman şêeyî dest danîye ser şaredarîyên HDP’ê jî.

Hêjayî bîrxistinê ye, pisporên polîtîkayê diyar kiribûn ku hilbijêrên HDPê di serkeftina namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu de roleke girîng lîstiye.