SOHR: Welatiyekî Tirk li Îzmirê bi benzînê agir berda 3 ciwanên Sûrî û ew kustin

21 berfanbar 2021 19:39
SOHR: Welatiyekî Tirk li Îzmirê bi benzînê agir berda 3 ciwanên Sûrî û ew kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku berî mehekê, 3 ciwanên Sûrî ji aliyê welatiyekî Tirk ve hatin şewitandin.

SOHRê diyar kir, roja 16ê Mijdara borî li navçeya Guzelbahçe ya Izmîrê, welatiyekî Tirk benzîn li cihê rûniştina sê ciwanên Sûrî kir, agir berdayê û ew her sê ciwan şewitandin.

Li gor SOHRê ew her sê ciwanên Sûrî li kargeheke kevirên peyarêyan kar dikirin û ti pirsgirêkên wan bi ti kesî re nebûn. Hin jêderan gotiye: “Ev tawaneke nijadperestî ye”

Kuştina van her sê ciwanan di nava reşiyeke mezin de pêk hatiye û heta niha encamên lêkolînê nehatine eşkerekirin.

Ehmed El-Nebhan ku birayê qurbaniyekî ye ji medyayê re gotiye: "Tawanbar ev tawan tenê ji ber mebestên nijadperestî kiriye. Me rêxistinên yasayî yên Tirkiyê bi vê tawanê agahdar kiriye û ew dozê dişopînin."

Ehmed El-Nebhan daye zanîn: "Kesên hatine şewitandin Mamûn El-Nebhan (23 salî), Ehmed El-Elî (21 salî) û Mihemed El-Biş (17 salî) ne."