Li Hirvatistanê hemwelatiyekî Tirkiyê, ji bo jê pere bistînin hat revandin

10 tebax 2024 22:03
Li Hirvatistanê hemwelatiyekî Tirkiyê, ji bo jê pere bistînin hat revandin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku hemwelatiyekî Tirkiyê yê bi navê Muhammed Çolak li Hirvatistanê ji aliyê grûbekî nasnama wê nediyar de, ji bo fîdye bistînin revandin.

Wezaret, her weha got ku mijara ji aliyê wezaretê de tê şopandin. Wezaret ragihandinê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kir û got:

“Hemwelatiyê me yê bi navê Muhammed Çolak li Hirvatistanê ji aliyê grûbekî nasnama wê ne diyar de ji bo fîdye bistînin hatiye revandin. Wezareta me, do sibê (9ê Tebaxê) li ser sitendina agahiyê, yekser bi rayedarên Bosna-Hersekê re têkilî daniye.

Mijar tê şopandin û di her agahiyekî nûh de malbata hemwelatiyê me tê agahdarkirin.”