Îrangate | Pereyên bertîla Îraniyan li Tirkiyê tên spîkirin

06 gulan 2022 15:34
Îrangate | Pereyên bertîla Îraniyan li Tirkiyê tên spîkirin

PeyamaKurd – Siyasetmedarên rejîma Îranê û karsazên wî welatî, pereyên xwe yên gendeliyê li Tirkiyê spî dikin û bi wan pereyan li bajarên Tirkiyê daîre û rezîdansan dikirin.

Li gor rojnamevanê Îranî Savash Porgham îddia kiriye, siyasetmedarên rejîma Îranê û karsazên wî welatî ji bo pereyên xwe spî bikin, bi sedan daîre li Tirkiyê kirîne û eşkere kir, Serokê Meclîsa Îranê Galibaf û malbata xwe demek berê bi bihaneya alavên kirîna neviyê xwe yê wê bê dinyê, serdana Tirkiyê kirine, lê li navçeya Stenbolê Maslakê daîre kirîne.

Porgham da zanîn ku li sîta ku malbata Galîbaf daîre lê kirîne 1500 daîre hene û ji wan 500 daîre yên Îraniyan e.

Herwiha li gor îddiayê, Birêvebirê Sanayiya PetroKimya yê Îranê Biranvand jî li wê sîteya bi nav û deng a Maslakê 53 daîre kiriye.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin ku li navçeya Zincirlikuyu ya Stenbolê li navendên navdar 21 daîrên Serokekî Îranî û lawê wî jî hene.  <>