Pereyên bo Partiya YENÎ hatine bexşandin hatin eşkerekirin
Partiya YENÎ ku bi serokatiya Ozgur Ozel hat avakirin ragihand ku di 8 rojan de di alîkariya bo partiyê de 292 milyon û 903 hezar lîreyê tirkî pere hatin komkirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Partiya YENÎ (Partiya NÛ) li ser hesabê medyaya civakî derbarê pereyên wek bexş hatine komkirin eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di heşt rojan de, 135 hezar û 647 welatiyên me beşdarî kampanyaya alîkariyê bûne û 292 milyon û 903 hezar û 700 lireyê tirkî pere wek bexşandin hatine komkirin."
Ji bo alîkariya welatiyan peyama spasiyê hat belavkirin û wiha hat gotin: "Em spasiya xwe ya ji dil pêşkêşî gelê xwe dikin ku ked, qirûşên xwe yên dawî û dilê xwe bi me re parve kirine. Me ev bi hev re ava kir, û em ê bi hev re pêş ve biçin!"
