SOHR: Tirkiye plana avakirina devereke din a leskerî dike
PeyamaKurd – Piştî ku xala leşkerî ya Tirkiyê li Meer Hetat a Idlibê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hat dorpêçandin, artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî şand Idlibê.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) karwana leşkerî ya ku ji 30 maşîneyan pêk tê, alavên leşkerî û lojistîkî di dergehê Kefer Losîn re derbasî Başûrê Idlibê bûye û Tirkiye bi vê sewqîyatê plan dike bi navê çavdêriyê li wê herêmê xaleke din a leşkerî ava bike ku beriya çend mehan cihê wê destnîşan kiriye.
Herwiha ji aliyê din ve rêjîma Sûrî nêzîkî bajaroka Meeret El-Numan a Idlibê dibe û li Rojavayê Helebê jî şerê bi komên çekdarên girêdayî Tirkiyê re berdewam dike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro bal kişandibû ser êrîşên rejîmê û binpêkirina agirbesta Idlibê û gefa destwerdana hêzên Esed xwaribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin