SOHR: Rejîmê herêma baregeha Tirkiyê kontrol kir, ji Rûsya bombebaran
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyê foca 46an a wek baregeheke sereke ya artêşa Tirkiyê ye û 3 km dûrî bajarê Etaribê yê gundewarên Helebê ye, xist bin kontrola xwe û Rûsya jî wî bajarî bombebaran dike.
SOHRê ragihand ku li gel bidestxistina focê, deverên Urum el-Suxra, gundewarê muhendisîn a duyemîn û devera xaçerêya el-Sewme’a ketin destê Rejîmê.
Hat diyarkirin ku bi vê destkefta dawî re, di nava çend rojan de, rejîmê 74 dever li başûr û rojavayê gundewarê Helebê kontrol kirine.
Çavdêriyê heriwah da xuyakirin ku karwaneke leşkerî ya Tirkiyê ku ji100 kamyon û maşîneyên leşkerî pêk tê doh di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.
Li gorî SOHRê di nav 11 rojan de hezar û 900 wesayît û bargilgirên leşkerî yên Tirkiyê gihîştine herêma Idlib a Sûriyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin