SOHR: Hêzên Tirkiyê hedefên rejîmê yên El Nêrebê bi mosekan topbaran dikin

20 sibat 2020 20:48
SOHR: Hêzên Tirkiyê hedefên rejîmê yên El Nêrebê bi mosekan topbaran dikin

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi dijwarî xalên rejîmê yên li bajarokê El-Nêreb (Nayreb) ê gundewarên Idlibê bi moşekan topbaran dikin.

Herwiha hêzên Tirkiyê û komên çekdar li tixûbên Qimênas û Sermîn hêza xwe xurt dikin ku çavêre ne operasyoneke bejahî ya nû li bajarokê El-Nêreb bidin destpêkirin.

eriya çend rojan jî operasyoneke bi vê rengî dest pê kiribû ku di encamê de bi awayekî demkî bajarok hatibû bidestxistin, beriya ku hêzên rejîmê careke din bajarok vegerînin.

Li aliyê din balafirên şer ên rejîmê herêma derdora Qimênas, Til Misêbîn û derdora Erîha bombebaran dikin ku balafirên Rûsyayê jî careke din herêmên Şehirnaz û Horte yên çiyayê Şehşebo bombebaran kirin.

Piştî ku danûstandinên navbera Rûsya-Tirkiye derbarê Idlibê de bi ser neketin, Tirkiyê êrîşên dijî binkeyên rejîmê zêde kirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî doh gefa şerê rejîmê xwaribû. Ji aliyê Rûsya ve Kremlînê jî dabû xuyakirin ku êrîşa li dijî rejîmê senaryoyeke gelekî xirab e.