SOHR: Artêsa Tirkiyê xalên hêzên Sûriyê topbaran kir
05 mijdar 2023 20:58
PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro Yekşemê 5ê Mijdarê ragihand ku artêşa Tirkiyê xalên hêzên Sûriyê yên li bajarê Seraqib ên ser rêyên M4 û M5 digihînin hev topbaran kir.
Hatiye diyarkirin ku hêzîn Sûriyê jî derdora gundên Mecaz, Meart Elya, Şêx Sindiyan, El Fetîra û Filêfil yên bejahiya Idlibê û gundê Sermaniyê yê Sehl Xab ê bakur rojavayê Hemayê ku di kontrola komen çekdar de ne, topbaran kirin.
Li gorî SOHRê hêzên rejîma Sûriyê şeva şemî-yekşemê jî derdora gundê Avis ê nêzî bajarê Seraqib, gundê Meart Elya yê li bejahiya Idlibê û gundê Kefer Teal ê li gundewarê rojavayê Helebê topbaran kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
SOHR: Hêzên Esed li Idilbê li otomobîleke artêsa Tirkiyê xist
04 tbx 2022
Jiyan
SOHR: Hêzên artêsa Sûriyê derdora baregehên Tirkiyê topbaran kir
24 cot 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin