SOHR: Hêzên Hevpeymaniyê, hatin bihêzkirin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Surî (SOHR) ve hatin ragihandin, ji bo bihêzkirina Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, xebat hatine kirin.
Di daxuyaniya SOHRê de hat diyarkirin ku Hêzên Hevpeymaniyê, di ser Herêma Kurdistanê re yekîneyeke nû ya leşkerî bo bihêzkirina baregehên xwe yên Rojava veguhestine.
SOHRê diyar kir ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yekîneyeke nû ya leşkerî ji Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê sînorî yê El-Welîd ve hanîne baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê da ku baregehên xwe bihêz bikin.
Li gorî agahiyên çavdêriyê, karwanê baregehên Hevpeymaniyê li gundewarê Hesekê ji 24 kamyonan pêk tê, di nav wan de kamyonên sotemeniyê û kamyonên ku sindoqên mezin ên mohrkirî, cebilxane û pêdiviyên lojîstîk hildigirin.
Her wiha duh jî çavkaniyên SOHRê diyar kiribû ku Hêzên Koalîsyona Navdewletî dewriyeyeke leşkerî ya ku ji 5 wesayîtan û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) pêk dihat, kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin