SOHR: Hêzên Hevpeymaniyê, cebilxane veguhestin Dêrezorê
PeyamaKurd- Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, sewqiyata leşkerî ya nû veguhest baregeha xwe ya li Dêrezorê.
Ji aliyê çavkaniyên çavdêriyê ve hat ragihandin ku hêzên Koalîsyona Navdewletî karwaneke leşkerî ya nû ji Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hanîn baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li kêlgeha petrolê ya El-Omer a Dêrezorê.
Di raporta hat weşandin de hat destnîşankirin ku karwan ji çend kamyonan pêk tê ku alavên leşkerî û pêdiviyên lojîstîk hilgirtine.
SOHRê ragihand ku di 22ê Tîrmehê de hêzên Koalîsyona Navdewletî karwaneke leşkerî ya nû bi derbasbûna ji deriyê sînorî yê El-Welîd ji Herêma Kurdistanê re derbasî xaka Suriyeyê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin