Li dijî hêzên hevpeymaniyê du êrîs pêk hatin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav 24 saetên dawî de, li nav erda Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, çekdarên bi ser Îranê ve du caran êrîş birin ser binkeyên hêzên hevpeymaniya navdewletî.
Li gorî zanyariyan, êrîşa pêşî bi moşekan li navçeya Şedadê hate kirin û ti ziyaneke canî çênebû. Herwiha êrîşa duyem jî li Dêrazorê di dronên bombekirî hate kirin ku ew drona ji aliyê hêzên hevpeymaniyê ve hate têkdan.
Berpirsiya herdu êrîşên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê Berxwedana Îslamî ya li Iraqê li xwe girt ku bi ser Îranê ve ye.
Di nav sala 2023yan de, milîsên girêdayî Îranê li Sûriye û Iraqê herî kêm 70 caran êrîşî bargehên hevpeymaniyê kirine ku ew êrîş piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê zêdetir bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin