SOHR: Balafirên Tirk baregeha artêsa Sûriyê ya nêzîkî Kobaniyê bombebaran kir: Herî kêm 11 kustî...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê êvarê balafirên şer ên Tirkiyê baregeheke leşkerî a girêdayî artêşa Sûriyê bombebaran kir.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) îro 16ê Tebaxa 2022yan roja Şêşemê balafirên şer ên Tirkiyê baregeheke leşkerî ya artêşa Sûriyê ya girêdayî Beşar Esed li gundê Çarqilê yê nêzîkî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
SOHRê daye xuyakirin ku li gor amarên destpêkê herî kêm 11 leşkerên Sûrî di wê êrîşê de hatin kuştin û hejmarek zêde jî birîndar hene.
Hat diyarkirin ku gelek leşker jî birîndar bûne û ji ber zêdebûna hejmara birîndaran û xirabiya rewşa wan dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Lê belê SOHRê daye zanîn, zanyariyên wan piştrast nakin ku hemû leşkerên hatine kuştin yên artêşa Sûriyê bin.
Artêşa Tirkiyê îro danê sibehê jî hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûdê, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran kiribû û zarok jî di nav he hejmarek welatî hatibûn kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin