Siyasetmedarê Rihayê Necmettin Cevherî koça dawî kir

06 îlon 2023 01:43
Siyasetmedarê Rihayê Necmettin Cevherî koça dawî kir

PeyamaKurd – Siyasetmedarê bajarê Rihayê parlementer û wezîrê berê Necmettin Cevheri di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Cevheri di sala 1930an de hatibû dinyayê û bi parlementeriya xwe re wezîrtiya dadê, çandiniyê û Tûrîzmê kiribû.

Cevheri ji mala şêxê Rihayê ye û di sala 1965an de dema senatorê Rihayê Kemal Badillî biryarê da ku dê dev ji siyaseta Ankara berde, li ser wesiyeta Kemal Badilli, xelkê Rihayê Necmettin Cevheri şand meclisa Ankara. Lê Cevheri bi Partiya Edaletê re ket nav siyasetê.

Kemal Badilli yekem kese ku li Bakûrê Kurdistanê rêzmana Kurmancî bi devoka Rihayê nivîsandiye.