Çavê japon û çîniyan li ser Rihayê ye
Projeya Girên Keviran a ku li Rihayê wargehên Neolîtîk derxistiye holê, bi riya hevkariyên navneteweyî berfireh dibe. Arkeologên japonî û çînî li Girê Hût û Yixûnbûrcê dest bi karên kolandinê dikin.
RûpelNews - Wekî beşek ji Projeya Girên Keviran (Stone Hills) ji bo şopandina serdema Neolîtîk a mîna Girê Mirazan û Girê Keçel, dê li Girê Hût û Yixûnbûrcê a li navçeya Pira Reş a Rihayê kar bê kirin.
Rêvebirê Projeya Girên Keviran Prof. Dr. Necmi Karul, di daxuyaniyekê de ji AAyê re, got ku par, Şahbanûya Japonyayê Akiko Mikasa ligel Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nuri Ersoy serdana şûnwarê kolanê kiribû û ku Şahbanû Akiko yekemîn tevr lê dabû.
Prof. Dr. Karul destnîşan kir ku xebata li kolana Girê Hut, ku dê di demek nêz de dest pê bike, dê hewldaneke demdirêj be, û wiha got:
"Japon dê di demek nêz de werin Girê Hut ji bo xebatê. Hevkarên me yên japon di çarçoveya planeke demdirêj de dixebitin. Wan berî destpêkirina xebatê binesaziya xwe ava kiriye, di nav de kulbeyên kolanê û karên din ên belgekirinê yên destpêkê li cihê kolanê. Em dizanin ku ev dê bibe projeyeke demdirêj, wekî ku me ji karên ku hevkarên me yên Japon berê li Tirkiyeyê kirine dît. Em behsa civak û tîmeke arkeolojîk dikin ku li Girê Hut li encamên bilez nagere, lê bi biryar e ku tiştê rast bike, çi qas dem bigire bila bigire. Em bawer dikin ku hevkarên me yên japon dê beşdariyeke mezin di projeyê de bikin."
"Li Yixûnbûrcê dê yekem car kolan bên kirin"
Prof. Dr Necmi Karul, tekez kir ku îhtimaleke xurt heye ku li herêma Taş Tepeler bajarên nû yên kevnar hebin, û diyar kir ku Enstîtuya Arkeolojiyê ya Çînê li ser mijarê lêkolîneke destpêkê kiriye bi mebesta dîtina gundirên nû yên ku dikarin derbarê serdema Neolîtîk de vedîtinên nû pêşkêş bikin.
Karul destnîşan kir ku Çînî dê ji meha bê ve beşdarî projeya Girê Keviran bibin û dê li wargeha Yixûnbûrcê dest bi kolandinan bikin,û wiha lê zêde kir, "Dê cara yekem li Yixûnbûrcê kolandin bên kirin. Ev dê bibe yekem projeya kolandinê ya Çînê li Tirkiyeyê. Ev aliyê navneteweyî yê Projeya Girê Keviran xalek sereke ye ku divê were destnîşankirin."
Prof. Dr. Karul, ku tekez kir serdema Neolitîkê di dîroka mirovahiyê de yek ji xalên hevpar e û wiha domand:
"Ji bo her kesî li seranserê cîhanê, mijarên wekî niştecîbûn, hilberîna xwarinê, dabeşkirina kar û mîmariyê di nav xalên herî girîng ên hevpar de ne. Ez bawer dikim ku ev serdemeke wisa ye ku zanyarên ji seranserê cîhanê dê bala xwe bidinê, motîve bibin û herwiha dê ber bi lêkolîna li ser rabirdûya me ya hevpar ve bên kişandin."
Par 200 arkeolog li ser projeyê xebitîn
Prof. Dr. Karul diyar kir ku par 200 arkeolog li ser projeyê xebitîne û destnîşan kir ku di nav tîmê de hem arkeologên nû hem jî yên payebilind hebûn.
Karul tekez kir ku xwendekarên nû yên ku tevlî projeyê dibin, zanînê ji kesên ku berê beşdar bûne werdigirin û anî ziman ku arkeologên ciwan li Girê Keviran tên perwerdekirin.
