Siyasetmedarê Iraqî: Du rê li pêsiya Kazimî hene, yan vekisîn yan jî hilbijartina pêswext

29 hezîran 2020 17:51
Siyasetmedarê Iraqî: Du rê li pêsiya Kazimî hene, yan vekisîn yan jî hilbijartina pêswext

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Iraqî yê ji Tevgera Iraqê Mihemed Legaş, îdia kir ku niha destkişandina ji kar bijardeyek e li pêşîya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî.

Li gorî ragihandina parlamenterê Tevgera Hîkme yê berê Mihemed Legaş, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nikare daxwazên Amerîkayê bicih bîne û ev yek jî metirsiya planeke cihûyên Amerîkayê ye li dijî Iraqê hatiye danîn.

Li gorî medya Iraqê Mihemed Legaş dibêje, Mistefa Kazimî du rê li pêşiya wî ne û divê yek ji wan hilbijêre ku rêya yekem dest ji kar kişandin e, ya duyem jî diyarkirina dema hilbijartinên pêşwext e.

Kabîneya Mistefa Kazimî 7ê Gulanê ji Parlamentoya Iraqê bawerî standibû û Mistefa Kazimî bûbû serokwezîrê hikûmeta nû ya Iraqê.