Ji siyasetmedarê Iraqî hisyarî: Hilgirtina çekan nabe çareserî!
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Iraqî yê Serokê Bereya Rizgarî û Geşepêdana Iraqê Usame Nuceyfî li ser rewşa siyasî ya Iraqê hişyarî da û anî ziman ku hilgirtina çekan nabe çareserî.
Siyasetmedarê diyar ê Iraqê Usame Nuceyfî ji kanala El Hurre re ragihand, proseya siyasî li Iraqê li ser mirinê ye, rewş gihîştiye asteke gelek xirab û metirsîdar, ji bo dîtina çareseriyê, divê pêngavên pratîk û bilez werin avêtin.
Nuceyfî diyar kir ku rewş ber bi têkçûnê ve diçe, çareseriya bingehîn tenê danîna serokwezîr û tîmeke hikûmetê ya bêalî ye, da ku di demeke kin de, amadekarî ji bo encamdaan hilbijartinan were kirin.
Usame Nuceyfî da zanîn, divê Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan sererast bike û komîsyoneke nû destnîşan bike.
Herwiha Nuceyfî derbarê rûbirûbûna serbazî de hişyariyê da û got: “Dibe ku şerê navxwe li Iraqê çêbibe, rewş diguhere, loma divê demildest çareseriyek were dîtin û rêkeftin di navbera
Nuceyfî destnîşan kir: “Çekhilgirtina li dijî hev, rewşê çareser nake, ti kes di vî şerî de jî bi ser nakeve.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin