Siyasetmedarê Iraqî: Wê Kazimî bi destê milîsên Îranê bê kustin

16 tîrmeh 2020 23:11
Siyasetmedarê Iraqî: Wê Kazimî bi destê milîsên Îranê bê kustin

PeyamaKurd – Hefteya borî şîrovekarê ewlehiyê û akademisyen Hûşam Haşimî bi sûîqestekê li Bexdayê hatibû kuştin. Wekî kirdarên wê bûyerê jî guman li ser milîsên Îranê yên Hibullaha Iraqê heye ku piştî operasyona hikûmeta Kazimî bi ser wan de, wan ev kuştin wekî bersiv pêk aniye.

Parlementerê berê yê Iraqê û serkirdeyê Partiya Teqedûm a Iraqê Heyder Mula jî îro di ragihandinekê de diyar kir ku wê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî were kuştin.

Siyasetmedarê Iraqê Heyder Mula got, Kazimî rastî milîsên Îranê dibe û hewl dide çekên wan ji destên wan derxe û radestî artêşa Iraqê bike. Ji ber wê ew dê were kuştin û wê navê wî di dîrokê de were tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye, gelek pispor û şîrovekarên din ên Iraqê jî pêşbîniya kuştina Kazimî ji aliyê milîsên alîgirên Îranê ve dikin.