Siûdî û Îmarat pistgirî dan fermana Sîsî ya destwerdana serê Libyayê

21 hezîran 2020 13:29
Siûdî û Îmarat pistgirî dan fermana Sîsî ya destwerdana serê Libyayê

PeyamaKurd - Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî piştî zêdebûna destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di şerê Libyayê de doh li ser sînorê Misir-Libyayê ragihandibû ku 'Sirte û Cufra' xeta sor e bo wan û artêşa Misirê amade ye wekî pêwîstiyekê destwerdana şerê Libyayê bike. 

Serokomarê Misirê Ebudulfeta El-Sîsî li ser sînorê Lîbya-Misirê gotibû, her destwerdaneke Misirê di xaka Lîbyayê de êdî rewa ye û amadehiyên artêşa Misirê ji bo şerekê bûye pêwîstiyek.

Piştî vê ragihandina Sîsî, Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî piştgirî da Misirê ku destwerdana şerê Libyayê bike.

Ajansa fermî ya Siûdî bi zarê rayedaran ragihand, "Erebistana Siûdî ji bo parastina gelê xwe û sînorê xwe li kêleka Misirê ye û piştgiriya wê dike."

Wezareta Derve ya Îmarat jî rewşa Libyayê wekî rewşeke cihê nîgeraniyê bi nav kir û got, "Îmarat ji bo ewlehî û îstiqrarê bi her awayî li kêleka Misirê ye."

Misir li Libyayê piştgiriyê dide hêzên General Xelîfe Hefter ku demek berê beynameyeke agirbestê Ebdulfettah el Sîsî û Xelîfe Hefter li Qahîreyê ragihandibûn û piraniya welatên Ereb piştgirî dabûn. Lê belê Tirkiye ku di şerê Sûriyê de piştgiriya hikûmeta Wîfaq a Fayiz Serac dike, ew agirbest red kiribû.