Di navbera hêzên alîgirên Siûdî û Îmaratê de ser derket

09 tebax 2019 23:50
Di navbera hêzên alîgirên Siûdî û Îmaratê de ser derket

PeyamaKurd – Çavkaniyên herêmî yên Yemenê radigihînin ku di navbera hêzên zêrevaniya serokomariya hikûmeta rewa ya Yemenê û hêza Hîzam el Emnî ku Îmarata Erebî piştevana wan e şer rû daye.

Li gorî çavkaniyan şer û pevçûnên demek berê di navbera herdu hêzan de derketibû û rawestiyabû careke din dest pê kiriye.

Herwiha weşana girêdayî Hûsiyên ku Îran piştevaniya wan dike El Mesire jî ragihandiye ku birayê Serokê Hûsiyan Abdulmelik El Hûsî, Îbrahîm Bedreddin El Hûsî bi sûqestekê hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku şer û pevçûnên kesek hatiye kuştin, li dorûbera Koşka Serokomariyê û Banka Navendî berdewam dikin.