Sîpan Hemo bû Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê

10 adar 2026 14:38

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo bû Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê herêma Rojhilat.

Sîpan Hemo bû Cihgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê

RûpelNews - Li gorî ajansa dewletê ya Sûriyeyê SANAyê, Rêveberê Çapemenî û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê Asim Xelyon Sîpan Hemo wek Cîgirê Wezîrê Parastinê li herêma rojhilat a Sûriyeyê tayîn kir.

Ev biryar, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikumeta demkî de ji bo entegrasyona saziyan li gorî pêdiviyên qonaxê pêk tê.

Tê pêşbînîkirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê erkdarkirina Sîpan Hemo de daxuyaniyekê bide.