Sine | Ji ber ku tev li greva gistî bûne, rejîma Îranê 6 bazirganên kurd binçav kirine
24 rêbendan 2025 18:32
PeyamaKurd – Emced Germaxîzî û Neîm Dostî, 2 bazirganên kurd ên ji Sineyê ne û ji ber ku tev li greva giştî ya roja 22yê çileyê ya li bajarên Kurdistanê bûn ku ji bo betalkirina biryara cezayê bidarvekirina aktîvîstên kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Miradiyê hatibû pêkanîn, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin û nayê zanîn bê ka li ku tên ragirtin.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê radigihîne ku ji bilî van her du bazirganên kurd, rejîma Îranê her weha Mihemed Seyf Penahî, Sîna Rizayî, Mihemed Etlesî û Umîd Mihemedî jî li Sineyê binçav kirine ku nayê zanîn bê ka li ku têne ragirtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Yewnanistanê karkeran dest bi greva gistî ya bo 24 saetan kir
20 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin