Rojhilat | Li Merîwan û Kirmasanê greva gistî birêve çû, li Sine xortek hat kustin
PeyamaKurd – Xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 47an de berdewam dikin.
Hat ragihandin ku îro 3yê Mijdarê li bajarên Merîwan û Kirmaşanê careke din, ji bo nerazîbûna tundî û kuştinkariya hêzên rejîmê gireva giştî hebû û dikan û bazar hatin daxistin.
Herwiha li herdu bajarên Rojhilat bi şev jî xwepêşandanên dijî rejîmê berdewam kirin û xwandekarên bajarê Merîwanê jî li dijî rejîmê û kuştinkariyên wê çalakî li ber zanîngehê li dar xistin.
Li bajarê Sine jî ciwanekî Kurd ê 18 salî bi navê Mumîn Zend Kerîmî, bi fîşekên saçme yên hêzên rejîma Îranê hat qetilkirin.
Cenazeyê Mumîn di bin guvaşên hêzên rejîma Îranê de, li gundê Maçike yê girêdayî bajarê Dêwlan bi merasîmeke girseyî û protestoyên rejîma Îranê bi xakê hat spartin.
Li gorî amarên ku Navenda Mafên Mirovan a Kurdpayê tomar kirine, ji destpêka xwepêşandanên seranserî ve, 54 ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin ku piraniya wan zarok in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin