Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

30 hezîran 2026 08:48

Li Amedê Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, bi konferansekê Şêx Seîd û rêberên Tevgera 1925an bi bîr anîn.

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

RûpelNews - Konferans bi beşdariya PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û gelek kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî hat lidarxistin.

Bi sirûda Ey Reqîbê dest pê kir

Konferans bi moderatoriya Elî Oncu bû û bernameyê bi sirûda neteweyî Ey Reqîbê û rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Elî Oncu li ser armanca konferansê û rola Şêx Seîd a di tevgera neteweyî ya 1925an de axivî.

Tevgera 1925an hat nirxandin

Piştre axêverên konferansê Saîd Veroj, Mahmûd Fevzî Firat û A. Nasir Melekanî gotarên xwe pêşkêş kirin.

Lêkolîner û nivîskarê kurd Saîd Veroj, li ser partî û rêxistinên Kurdan ên beriya Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî şer heta serhildana 1925an agahî dan.
Neviyê Şêx Seîd û kurê Abdulmelîk Firat Mahmûd Fevzî Firat jî qala rola malbata Şêx Seîd, rola wî ya wekî rêberekî neteweyî û olî û girîngiya tifaqa neteweyî kir.

A. Nasir Melekanî bi zaravayê Kirmanckî / Zazakî qala rola eşîr, şêx û rêberên siyasî, leşkerî û civakî yên Kurdan di serhildana 1925an de kir.

sê axêveran jî Tevgera 1925an wekî tevgereke neteweyî, olî û civakî nirxand.
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ragihandinê yê PDKyê Dr. Salar Osman jî wekî mêvan beşdarî konferansê bû.

Li ser daxwaza moderatorê konferansê, Dr. Salar Osman jî li ser girîngiya Şêx Seîd û tevgera neteweyî ya 1925an dîtinên xwe anîn zimên.

Siyasetmedarê kurd Muslum Korkutayta jî li ser girîngiya tevgera Kurdan a 1925an û rola Şêx Seîd axivî.
Di dawiya konferansê de ji bo Şêx Seîd, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê fatîhe hat xwendin.(Rûdaw)