Sêwirmenda Merkel ji bo HSDê got ‘Artêsa Kurd’ û Merkel jî hisyarî da Tirkiyê
PeyamaKurd - Şêwirmenda Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê li parlamentoya welatê xwe axivî û ragihand, Almanya firotina çekên xwe bi Tirkiyê radiwestîne.
Angela Merkel herwiha li Bundestagê ragihand, wê derbarê êrîşa Tirkiyê ya bo ser hêzên Kurdî de Tirkiyê hişyar kir.
Li gor nûçeya Independentê, Merkel di gotara xwe de ji bo hêzên Kurdî û HSDê, peyva ‘Artêşa Kurd’ bi kar anî û ragihand: “Di wan rojên dawî de, li hember êrîşa li ser Artêşa Kurd, min Tirkiyê hişyar kir, îro ez careke din dibêjim.”
‘DI VAN ŞERT Û MERCAN DE ALMANYA ÇAKAN NADE TIRKIYÊ’
Merkel tekez kir, rewşa niha û tiştên ku çêdibin, drameke mirovî ye û tekez kir, rewşa ku niha li bakurê Sûriyê heye, “dê bandorên wê yên jeopolîtîk hebin. Almanya di nava wan şert û mercan de çekan nade Tirkiyê.”
Berê jî Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Mass aşkere kiribû, ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, ew çekan nafiroşin wî welatî.
Ev yek di demekê de ye, ku tenê di sala 2018 de Almanyayê bi qasî 243 milyon Euroyan çek firotiye Tirkiyê. Ji bilî Almanya, welatên Fransa, Îtalya, Keneda, Spanya, Norwêc, Swêd, Fînland, Çek û Holandayê firotina çekan bi Tirkiyê dane rawestandin.
Tirkiye ji roja Çarşemê 9ê Cotmeha 2019an ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û ji bejayî û ji esman êrîş dibe ser bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê. Êrîşa Tirkiyê îro Pêncşemê di roja xwe ya nehem de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin