Macron û Merkelê ji bo ‘artêsa hevbes’ gava yekem avêtin
22 rêbendan 2019 21:10
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel peymana nû ya dostaniya Fransa-Almanyayê îmze kirin.
Piştî îmzekirina peymanê Angela Merkelê got, “Peymana nû ya ku me bi Fransayê re îmze kiriye, gaveke girîng e ji bo avakirina artêşa hevbeş a Ewropayê.”
Peymana nû ya dostaniyê di navbera Almanya û Fransayê de ku gelek babetên aborî û siyasî vedihewîne nav xwe, îro 22yê Çileyê 2019an di salvegera 56emîn a Peymana dîrokî ya Elyseeyê de hat îmzekirin.
Bi peymana nû mebest, derxistina asta herî bilind a pêwendiyên dualî ye ku ev peyman ji bo 28 endamên Yekîtiya Ewropayê xwedî girîngiyeke mezin e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Macron pêngava dîplomatîk: Wê bi Pûtîn û Zelensky re rûbirû biaxive!
04 sbt 2022
Cîhan
Macron bang li Şamê kir: Êrîşên ser HSDê rawestînin
18 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin