Servanên HSDê 2 jin û 6 zarokên êzidî rizgar kirin
PeyamaKurd - Şervanên HSD’ê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Baxozê de 2 jê jin û 6 jê zarok, bi giştî 8 welatiyên êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin
Operasyona şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo rizgarkirina gundê Baxozê ku cihê dawî yê di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye, berdewam e. Li hêlekê bi hezaran çete tevî malbatên xwe teslîmî şervanên HSD’ê dibin û li hêla din jî şervanên HSD’ê zarok û jinên êzidî yên di destê çeteyan de rizgar dikin.
Li gorî agahiyan, şervanên HSD’ê li Baxozê 2 jê jin û 6 jê zarok bi giştî 8 êzidî rizgar kirin. Şervanên HSD’ê 8 êzidî piştre jî veguhestin cihên bi ewle. Hat zanîn ku navên jinen hatine rizgarkirin Teyser Silêman û Edîbe Mirad Milo ne.
Di heman demê de navê zarokên hatine rizgarkirin jî wiha ne: “Eymen Xelîl Hecî, Dilbirîn Celer, Xeyrî Şeref, Mûsa Hadî, Eyşe û Brahîm.” Hat zanîn ku yek ji jinên hatine rizgarkiri ji gundê Koço ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin