Amnesty: Tenduristî û deruniya 2 hezar zarokên Êzidî yên rizgarbûyî nebas e
PeyamaKurd - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku zêdetirî 2 hezar zarokên Kurdên Êzidî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, rûbirûyî pirsgirêkên derûnî û tenduristî ne.
Rêxistina Efûyê bi raporekê eşkere kir, heta niha zêdetirî hezar û 992 zarokên Êzidî ku ji destê rêxistina terorîst DAIŞê hatine rizgarkirin û vegeriyane cem malbatên xwe.
Amnestyê da zanîn, rast e ev zarok aniha rizgar bûne, lê hîn di rewşên herî zehmet ên jiyanê de dijîn û got, “Divê ev zarok di salên bê de, ji hêla tenduristî, laş û derûnî de werin dermankirin û perwerdekirin, heya karibin baş tevlî malbat û civakê bibin.”
Rêxistina Efûya Navdewletî teqez kir ku divê rêxistinên mafên mirovan, cihekî ewle ji bo zarok û malbatên Êzdiyan diyar bikin.
Amnestyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kir, bi hemû karînên xwe kar bikin, ji bo alîkariyê bi wan zarokên Êzidî yên rastî binpêkirinan hatine bikin û wan qerebû bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di Tebaxa sala 2014an de di encama êrîşên hovane yên DAIŞê bi ser Şingalê û herêmên din de, bi hezaran zarok, jin û keçên Êzidî hatin revandin û kuştin ku hîn jî hejmarek zêde ji bilî yên hatine rizgarkirin, çarenivîsa wan nediyar e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin