Kongra Amerîka ji bo vîzeyê bide servanên HSDê dikeve tevgerê

31 cotmeh 2019 00:55
Kongra Amerîka ji bo vîzeyê bide servanên HSDê dikeve tevgerê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku endamên kongreya Amerîka yên Partiya Demokratan ji bo Kurdên Sûriyê proje yasaya hêsankariya vîzeyê û vîzeya koçberan amade kiriye.

Li gorî nûçeya Rebecca Kheel ku di weşana The Hill de hatiye belavkirin, endamê kongreyê yê demokrat Jason Crow bi piştgiriya endamên Partiya Demokratan ji bo Kurdên Sûriyê ku li dijî DAIŞê li kêleka Amerîkayê şer kirine pêşniyar qanûna vîzeya taybet û vîzeya geşta Amerîkayê amade kir.

Pêşniyar qanûna navborî ku hêsankariyê vîzeyê ji bo serdana Amerîka ya şervanên HSDê û koçberên Kurdên Sûriyê dike, ji aliyê endamên kongreyê yên Komarî û Demokrat ve bo kongreya Amerîkayê hatiye pêşkeşkirin.

Ev pêngava kongera Amerîkayê piştî êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de û vexwendina Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Kobanî bo Amerîkayê tê.

Li gorî pêşnûmeya yasayî herwiha statuya taybet a koçberiyê bo Kurdan û Sûriyeyîyên li kêleka Amerîka şerê DAIŞê kirine tê dayîn.

Heger ev yasa were qebûlkirin, dê her sal 4 hezar Sûriyeyî jê sûde bigirin û biçin Amerîkayê.

Senator Jason Crow diyar kiriye ku kongre heger bixwaze piştgiriya xwe bo Kurdan nîşan bide, wî rêyeke rastîn pêşkeş kiriye.