Serokwezîrê Yûnanîstanê serdana Hewlêrê dike

08 tîrmeh 2021 12:33
Serokwezîrê Yûnanîstanê serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanîstanê Kîryakos Mîtsotakîs, ligel şandeke aborî û siyasî serdana Hewlêrê dike.

Berdevkê Yekitiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî li Herêma Kurdistanê Karwan Sûrçî daye zanîn, Serokwezîrê Yûnanîstanê Kîryakos Mîtsotakîs, dê hefteya bê serdana Hewlêrê bike.

Karwan Sûrçî herwiha diyar kiriye, Serokwezîrê Yûnanîstanê dê bi xwe re çendîn wezîr û nûnerên 26 şîrketên Yûnanî bîne û beşdarî korbenda aborî li bajarê Hewlêrê bibe.

Sûrçî destnîşan kiriye, armanca wê korbendê bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yûnanîstanê ye di warê bazirganî de, şîrketên Yûnanî jî dixwazin bên li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Bi gotina Sûrçî, ev cara yekemîn e serokwezîrekî Yûnanîstanê bi şandeke wiha mezin serdana Herêma Kurdistanê dike, ev jî nîşan dide ku Yûnanîstan girîngiyê dide Herêma Kurdistanê.