Serokwezîrê Yunanistanê Miçotakîs serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Demokrat a Nû ya Yunanistanê ya li ser desthilatê Nastasius Hadjassiliu ragihand ku Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis serdana Herêma Kurdistanê dike.
Parlamenterê Partiya Demokrat a Nû Nastasius Hadjassiliu, di civîna ligel parlamenterên çar fraksiyonên Parlamentoya Yunanistanê de gotiye, Mîçotakîs ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên di warê enerjiyê de serdana Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî nûçeya Rûdawê Hadjassiliu da xuyakirin: “Welatên Ewropayê û di nav wan de Yunanistan jî, piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê, di pêvajoya hawirdekirina enerjiyê de pirsgirêkên wan hene û Yunanistan %44ê enerjiya xwe ji Rûsyayê hawirde dike ku niha Ewropa li bedîlê enerjiya Rûsyayê digere.”
Nastasius Hadjassiliu da zanîn: “Yunanistan xwedî peywendiyên dostane û bihêz e ligel Herêma Kurdistanê, berpirsên Yunanistanê ji nêzîk ve ligel Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyan. Herwiha Serokwezîrê Yunanistanê bi niyaz e îsal serdana Hewlêrê bike û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive û pêwendiyan bihêztir bike.”
Hêjayî gotinê ye, Yunanistan Herêma Kurdistanê weke çavkaniyeke bihêz û pêbawer a enerjiyê ji bo bazarên Ewropayê dibîne ku niha ji ber şerê Ukrayna-Rûsyayê krîza gaza siruştî rû daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin