Serdana Serokwezîrê Yûnanistanê ya Hewlêrê hat pasxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber sedemên ewlehiyê û êrîşên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê serdana Serokwezîrê Yûnanistanê ya Hewlêrê hatiye paşxistin.
Dihat çaverêkirin ku Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Miçotakis, cîgirê wî yê bo karûbarên aborî û 3 wezîrên din digel berpirsên 26 kompanyayan roja 13ê Tîrmehê, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bikin.
Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Soran Ebubekir Ezîz ji Rûdawê re daye xuyakirin ku serdana wê şanda Yûnanê ya bi seroktiya Serokwezîr Miçotakis de hatiye paşxistin.
Soran Ebubekir Ezîz li ser sedema paşxistina wê serdanê gotiye, “Sedem êrîşa li ser Balafirgeha Hewlêrê û êrîşên li ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed û têkçûna rewşa Iraqê bi giştî ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin