Serokwezîrê Iraqê: “Îran, malbatekî Kurd ku di nav de zarok jî hebûn kust”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, niha li Davos a Îsvîçre tevlî Forma Aboriya Dinyayê ( WEF) dibe û li ser êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê got ku êrîş derbeyekiye li têkiliyên navbera Îran û Îraqê dixe. Sûdanî got:
“Êrîşa Îranê ya ser jîngehekî li Erbîlê; malbatekî Kurdên Iraqê bû ku di nav wan de zarok jî hebûn. Êrîşên Îranê, yên li ser desthilata Iraqê ye. Ev tevger bêguman tevregekî talûkeye ku derbê li têkiliyên navbera Iraqê û Îranê dixe. Hukumeta Iraqê mafê xwe yê li gor desthilatê her cûre tedbîrên xwe yên dîplomatîk û hûqûqî dipareze.”
Artêşa Îranê do bi şev bi 11 fuzeyên balîstîkî li Erbîlê xistibû lê li deverên cuda dabû. Di êrîşê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ji ber roja jidayîkbûna keça xwe Jîna Dizeyî ya dê bibûya yeksalî, pîrozbahiyê bikira. Di êrîşa Îranê de mêvanê Pêşrew Dizeyî karsazê Bexdayê Kerem Mikaîl û xebatkara malê ya Fîlîpînî hebû. Di êrîşê de 16 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin