Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Hemahengiyek bas di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye

09 hezîran 2022 15:29
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Hemahengiyek bas di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî pêwendiya telefonî ya bi Kazimî re peyamek belav kir û diyar kir, ligel hikûmeta Iraqê kar dikin, da ku ewên êrîşa şeva borî ya Hewlêrê kirine, bên sizadan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî êrîşa terorîstî ya şeva borî ya Hewlêrê, li ser twîttera xwe peyamek belav kir û destnîşan kir, wî û Serokê Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî bi telefonê qala wê êrîşê kirine ku li dijî xelkê sivîl hatiye kirin.

Di berdewamiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî eşkere kir, hemahengiyek baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye ji bo rûbirûbûna kes û komên tawanbar.

Herî dawî Serokê Hikûmeta Kurdistanê da zanîn, ew dixebitin da ku yên ku ew êrîş kirine, bên sizadan.