Serokwezîr Sudani û Ammar Hekîm bi sedema salvegera avakirina PDKê serok Barzanî pîroz kirin

17 tebax 2024 00:49
Serokwezîr Sudani û Ammar Hekîm bi sedema salvegera avakirina PDKê serok Barzanî pîroz kirin

PeyamaKurd – Bi sedema 78em salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani ji bo serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî pîrozbahiyê şand û salvegera damezrandina PDKê pîroz kir. Sûdanî di peyama xwe de got:

“Ev salveger, PDK û hêzên siyasî yên Iraqê çawa bi hevre li hemberê rejîma dîktatoriyê têkoşiyane, bîra me ji nûh de taze dike. Rola PDKê, li ser bingeha edalet û wekheviyê, di saxlemkirina sîstema azad û demokratik ya Iraqê de gelek girînge.”

Peyama Ammar Hekîm:

Serokê Tevgera Hîkmet ya Iraqê  Ammar el-Hekim bi munasebeta salvegera 78em ya PDKê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKyiyên Kurdistanê pîroz kir. Ammar el-Hekim, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyanî da û got:

“Bi munasebeta 78em salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, ez serok Mesûd Barzanî, kadirên PDKê û gelên me yên Herêma Kurdistanê pîroz dikim.

Damezrandina PDKê û PDK bi xwe, xwediyê tecrubên avakirina demokrasiya Iraqê ye. Ji bo ew bi xwe xwediyê tecrubên têkoşîna li hemberê rejîma diktatore û şahidê bûyera ye.

Ev, ji bo parastina destkeftiyên bi xêra xwîna şehîdan, bi xelkê Kurd re, têkiliyên di navbera pêkhateyên din yên Iraqê re, ji bo saxlemkirina biratiyê û dostaniyê derfete.”

PDK, di 16ê Tebax a sala 1946an de di bin serokatiya nemir Mele Mistefa Barzanî de, li Komara Kurdistanê ya Rojhilat, li payîtext Mahabadê hat avakirin.