Serokwezîr bi Wezîra Parastinê ya Hollandayê Dilan Yesilgoz re axivî
Di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgira Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Hollandayê Dilan Yeşilgöz-Zegerius de, girîngiya domandina têkiliyên demdirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de hate teqez kirin.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê X ragihand ku wî bi Yeşilgöz-Zegerius re bi têlefonê axivî.
Serokwezîr diyar kir ku di civînê de pêşketinên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine nîqaşkirin û êrîşên ku hem Herêma Kurdistanê û hem jî Hêzên Pêşmerge hedef digirin şermezar kirine. Aliyan fikarên xwe yên kûr li ser zêdebûna rageşiya li herêmê anîn ziman.
Her wiha di civînê de girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî hate destnîşankirin û hevkariya demdirêj a ewlehî û pêşkeftina aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de hate destnîşankirin. Serokwezîr kêfxweşiya xwe ji hevkariya berdewam a bi Hollandayê re anî ziman.
Daxuyaniya Yeşilgöz
Di vê navberê de, Cîgira Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Hollandayê Dilan Yeşilgöz-Zegerius di postek li ser hesabê xwe yê X de ragihand ku wê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani re axivî.
Yeşilgöz diyar kir ku di civînê de êrîşên Îran û milîsên alîgirê Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê hatine nirxandin û got, "Ev êrîş îstîqrarê têk dibin û hawîrdorek bêewle diafirînin. Kêmkirina rageşiyê ji bo îstîqrara li Iraq û herêmê pêwîst e. Ev ji bo ewlehiya me jî girîng e."
