Serokwezîr Mesrûr Barzanî Dilan Yeşilgoz pîroz dike

09 sibat 2026 10:50

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Dilan Yeşilgoz ji ber erkdarkirina wê ya wek Cîgira Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holandayê pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Dilan Yeşilgoz pîroz dike
RûpelNews -

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê siyasetmedara lurd Dilan Yeşilgoz etîket kir û got:

"Ez ji dil Dilan Yeşilgoz ji ber erkdarkirina wê wek Cîgira Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holandayê pîroz dikim. Em qîmetê didin têkiliyên xwe yên bi Holandayê re û li hêviya berdewamkirina hevkariya xwe ne."

Yeşilgoz di sala 2018an de dema ku Wezîra Dadê ya Hollandayê bû, serdaneke fermî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêkanîbû.